Awirbayê, dê hesabê tenêmayîna min ji te bipirsin!, Omitê Mistefê

Awirbayê, dê hesabê tenêmayîna min ji te bipirsin! Ev demeke dirêj e, ne diaxivim ne jî dixwînim; lê amadehîya nivîsekê dikim, wekî amadehîya dawîn a sofîyekî ku her kêlîyekê qiyamet dihesibîne. Berî baraneke gumrah, min awirên te yên tund û tûj dîtin Awirbayê! Di wî quncikê tarî da nizanim çi wext bû; lê baş dizanim ku demeke piştî helbestê bû, biryara min ew biryara te bû ku bi lekmekî rustemî dev û diranên wehşetê hûr û xaşe bikim û di ber siya kerxane yan jî lotikxaneyekê da bêhna bihuştê hilnekim. Lê belê ez tenê bûm û ditirsîyam ku hesabê tenêmayîna min ji te bipirsin; ji ber ku navê dildarîya min bi ser te ketibû û nûçeyeke pesna te ji devê min şehitîbû. Bawer bike, ev ne gotineke qalebal e yan jî hesteka ji bestan e, ne xewnerojkeka telexewîyê ye ne jî cizbeyeka ayîna bihuştîyan e; dê hesabê tenêmayîna min ji te bipirsin. dê ji temenê bextewarîya te bikurtisin tifa min a li rûyê dîrokê, xewnên min ên beravêtî û hêvîyên min ên kavîjî.
Back to Top