Ji Bo Azadiyê / The End Will Be Spectacular (film 2019)

Filmekî şer, li Rojavayê Kurdistanê, di orta pevçûnên çekdarî de hatiye çêkirin. Film, çîroka rasteqîn a berxwedana komeke ciwan ku taxa xwe li hember artêşê diparêzin vedibêje. Film xwe dispêre rojnivîsên cangoriyan û vegotinên kesên ku rizgar bûn û di film de lîstin. Qehremana film, Zîlan, jineke ciwan e, vedigere bajarê xwe da ku bikeve pey bîranînên birayê xwe yê şehîd. Lê xwe di nave şerekî tund dli hemberî polîs û artêşê dibine. Film hin têgînên gerdûnî yên mîna hêvî, hevaltî, fedakirin û windakirin, di rêya têkoşîna azadiyê ya komeke ciwanan rave dike. Senaryonivîs: Ersin Çelik – Aysun Genç Çêker: Diyar Hesso – Ersin Çelik Çêkera Hevpar: Alba Sotorra Berpirsên Çêkeriyê: Dogan Çetin – Mazdek Ararat Derhênerê Dîmenê: Cemil Kizildag Muzîk: Mehmûd Berazî Pevbestin: Sosê Vartanyan – Xavi Carassco Derhêneriya Hunerê: Êva Jîn – Dilo Hesso Casting: Jînda Asmen – Şêro Hindê IMDb: 7,4
Back to Top