Azadî Tolhildan: “ Em weke hêzên YPJ’ê yên li ser xeta sînorê Cizîrê niha amadekariya xwe dikin, ji bo êrişek çêbe em ê sînorê Bakûrê Sûrî biparêzin. Em weke hezên vêdere, ji bo her êrîşekî werê darxistin amade ne. Êrîşên dewleta Tirk yên têne çêkirin ser esasê tunekirina gelê Kurd e em jî wek zarokên vî gelî em ê heya dawî bibin parêzvanên gelê xwe. Ev çil sale Dewleta Tirk hember gelê Kurd şer dike lê, serneket wê îro jî ser nekeve.
Em wek YPJ xwedî tercûbeyek şer ya girîng in. Em hêzeke li hember dagirkeriya Daiş’ê ser ketine, îro çi êrişên dewleta tirk çêbibin jî em ê bi awayekî herî xurt bersîv bidin wan. Pêwîst bike em wek YPJ’ê em ê herin bajarê Efrînê hember neyarên dagirker şer bikin û em ê tu cara rê nedin çeteyên Erdoğan da ku bikeve welatê me. Em hêz û morala xwe ji tekoşîna jinê û fikra Rêber APO digrin herdem serkeftin ya me ye wê Efrîn bi serkeve”
Dîrok Qamişlo: “ dewleta dagirker demek dirêje ku gefan dixwe. Û me jî wek YPJ di van tevahî şeran de cih girt û em xwedî tercûbeyek şer